Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ku bi tevî Îzzeddîn Qessab ku Endamê Komîteya Nêrtina Hêzên Îslamî û Netewî ya li Xezzeyê ye Eymen Ayîşê jî ku di komîteyê de wezîfe dikir şehîd ketine.

Hamasê di daxuyanîya xwe de weha got, “Qessab û Ayîş roja îniyê li herêma Xan Yûnisê di encama êrişa xiyanetê ya siyonîstên li ser wesayîtên wan ên sivîl de şehîd bûn. Di dema êrîşê de erka xwe ya netewî pêk dianîn.”

Xeyn ji vê daxuyanîyê di berdewamê de weha hat gotin, “Her du ji bo kêmkirina êş û azarên gelê Filistînê yên ku ji ber destdirêjiya sîyonîstan li dijî dorpêçkirina Xezzeyê û sîyasetên qirkirin û birçîkirinê yên ku ji aliyê Netanyahu, Emerîka û hinek welatên rojavayî ve tên piştgirîkirin, kêm bikin.”

Çavkanîyên HAMASê, destnîşan kirin ku Qessab li Xezzeyê di nab komekî mehellî de wezîfedar bû lê encax di Biroya Sîyasî ya HAMASê de cîh negirtîye. (ÎLKHA)