Rejîma terorê, li Libnanê êrîşên xwe yên li dijî sîvîlan didomîne.

Balafirên herbê yên rejîma qatil, di êrîşa ku li bajara Baalbekê li dar xist de 52 kesan şehîd kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de derheqê êrîşên ku hatine kirin de agahîyan da.

Hat îfadekirin ku di êrîşê de li Baalbekê 52 kes şehîd bûn, 72 kes jî birîndar bûn.

Bajara Baalbekê, di nav lîsteya UNESCOyê de bû.

Li gorî daneyên dawîn ên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, bi tevî êrîşên dawîn ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmar mirovên ku li Libnanê şehîd bûne derket 2 hezar 897an, hejmarê birîndaran jî derketîye 13 hezar û 150 kesan.

Ji ber êrîşan di nav welat de nêzê 1 milyon însan ji cîhê xwe bûne. (ÎLKHA)