Wezareta Parastin a Emrîkayê (Pentagon), daxuyand ku ew ê li Rojhilata Navîn bi tevî balafirên bomberdûmana menzîlên orte û dirêj ew ê hêzên leşkerî bicîh bikin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku Emrîka bi armanca, “Hêzên xwe yên li herêmê biparêze, îsraîlê biparêze û pêximkerîyê bike” diyar kir ku ew ê ji herêmê re muhrîpên parastina fuzeyan, fîloyên balafirên tanker û herbê û balafirên bomberdûmana êrîşa menzîla dirêj ê B-52yê bi cîh bike.

Hat desntîşankirin ku ew ê van hêzan di meha hatî de bêne şandin.

Emrîka, di 13ê Cotmehê de ji bona dijî Îranê ji rejîma îşxalker re sîstema batarya ya THAADê û 100 leşkerên ku vê sîstemê bidin şixulandin şandibû. (ÎLKHA)