Ekîba Kerwana Hêvîyê ya ku ji bo pêkanîna rêze xebatên alîkarîyê herî dawî çû Bangladeşê, xebatên ku li herêmê hewce dike didomîne.

Karwana Hêvîyê ya ku rojên borî ji bo debara malbatan bike makîneyên dirûtinê belav kir û pişt re Qurana Pîroz diyarî bi sedan xwendekarên medreseyê kir, vê carê alîkarî da bi hezaran şitilên ku axê bi cih bikin.

Bi bernameya ku li baxçeyê dibistanekê hat lidarxistin de şitilên mêweyên curbecur ên li xwendekaran hatin belavkirin li bexçeyên mal û dibistanên deverên cuda yên herêmê hatin çandin.

Sekreterê Giştî yê Kerwana Hêvî Mehmet Nurullah Gunaydin, der barê projeya belavkirina şitilan de jî bi bîr xist ku wan li ser hedîsa Pêxemberê me ya hûn zanibin ku qîyamet çêbibe jî şitila herî dawîn a di destê xwe de biçînin', û got ku wan şitlên ku xêrxwazan diyarî xwendekaran kirin belav kirin û xwendekar dê şitilan li baxçeyên xwe biçînin. (ÎLKHA)