Seyîd Ebdulmelîk El-Hûsî bal kişand ser kiryarên hovane yên sîyonîstên îşxalker ên li dijî Îranê û diyar kir ku ev yek îxlalkirina serweriyê ye.
El-Hûsî weha got, "Êrîşên îsraîlê yên li dijî Îranê çiqasî zirarê bibîne jî, bi rastî îxlalkirina serweriyê û îşxalkirin axa Îranê ye."
El-Hûsî di berdewama axaftinên xwe de bal kişand ser daxwaza Washingtonê ya ji bo bersivnedana Îranê ji êrişên rejîma sîyonîst û got: “Emerîkayîyan ji Komara Îslamî ya Îranê xwestin ku bersivê nede destdirêjî, îxlalkirina serwerîya Îranê û rijandina xwînê. Rojava jî mîna Emerîka bersiva Îranê da."
Di dawîyê de El-Hûsî weha got: "Hevkêşana ku bê bersiv kirin armanc tê wê wateyê ku dijmin îsraîl li her welatekî misilman her xalek bixwaze dike hedef û ti welatên ku hatine hedefgirtin bersivê nadin û qebûlkirina vê hevkêşeyê tê wateya qebûlkirina heqaret û heqaretê." (ÎLKHA)