Weqfa Êtîman hem di nav welat de hem jî li derveyê welat ji bo êtîm, sêwî û bêkesan fealîyetên alîkarîyê dike, li gorî cîh û demê alîkarîyên cuda bikartîne.

Ji ber ku zivistan tê ji zarokan re cil û bergên zivistanê hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de kampanyayekî “Montekî û Botekî” hat destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya “Montekî û Botekî” li Dîyarbekirê bi sedan zarok hatin poşandin, Weqf zarokan anît dikanekî û li wê derê mont û botên bi dilê wan da wan.

Endamê Sazîya Îstîşare ya Weqfa Êtîman Yaşar Elbahadir derheqê projeyê de daxuyanî da û îfade kir ku ew bi alîkarîya xêrxwazan dixwazin ku xwe ji zêdetir malbatan re bighêjînin.

Elbahadir ku derheqê projeya “Montekî û Botekî” de agahîyan da weha got, “Em wek Weqfa Êtîman her sal berîya zivistanê vê projeyê bikartînin û me vê salê jî projeya xwe da destpêkirin. Berîya zivistanê me bi tevî xêrxwazên xwe ji bona ku zarok necemidin kampanyayekî ewakî da destpêkirin û heqê vê projeyê jî hezar Lîre ye. Çiqas xêrxwaz bighêjin me û ji me re alîkarîyan bikin ew ê em ê jî hewqas xwe ji êtîman re bighêjînin.”

Elbahadir, “Me zarokên xwe yên êtîm anîtîye li vê derê û em bot û montên wan li wan dikin. Ew kêfxweş in, malbatên wan kêfxweş in. Çiqas xêrxwaz xwe ji me re bighêjînin em ê hewqas êtîman kêfxweş bikin. Kampanyaya me berdewam dike. Em li bêvîya alîkarîya xêrxwazan in. Xwedê xêra wan qebûl bike, bila bereketê bike nav mala wan.” (ÎLKHA)