Bûyer, li navçeya Înebolîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 6 mirov ku li gundê Akguneyê dijîn, piştî xwarina karokên ku ji daristanê kom kirine nexweş ketin.

Xeberê ji ekîbên tenduristîyê re şandin û ji Nexweşxaneya Dewlet a Înebolîyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku hêj tedawîyên wan berdewam dike. (ÎLKHA)