Qeza, di seat 21.30yan de li alîyê Bûlwara Prof.Dr. Necmettin Erbakan a navçeya Kayapinarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 EBE 324, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li refûjê, darê û dûre jî li dîrekê qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovê birîndar ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)