Balafirên herbê yên aîdê rejîma îşxalker li bajaroka Brîtala bajara Baalbekê avahîyekî bomberdûman kirin.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 2 kes hatin qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Balafirên îşxalkeran li bajaroka Tareyyayê motorbisiqletekî hedef girtin û di encamê de 2 kesan qetil kirin.

Li  gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve 104 jê zarok û 194 jê pîrek tev de 2 hezar û 710 kes hatine şehîdkirin, 12 hezar û 592 kes jî birîndar bûn.

Pêla koçê ya ji Beyrûd û bakurê welat re hêj berdewam dike, hikumeta Libnanê jî îfade kir ku ji wan koçberan 486 hezarê wan jî derbasî Sûrîyeyê bûne. (ÎLKHA)