Rejîma sîyonîst li Xezzeyê qetlîamên xwe dewam dike.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonîo Guterres derheqê êrîşên ku li Xezzeyê tên kirin de axivî.
Guterres weha got, “Rejîma îşxalker li bakurê Xezzeyê hilweşandineke pir mezin dike. Heyata însanan ber bi drameke pir mezin ve diçe.”
Guterres weha dewam kir, “Lazim e ku alîkariyên acîl têkeve nava Xezzeyê. Heger alîkarî neyê kirin û êrîş bidawî nebe, wê heyata bi hezaran însanan têkeve nava tehlûkeya mirinê.”
Antonîo Guterres di dawîyê de jî weha got, “Lazim e ku li zarokan vaksîna felca zarokan bê kirin. Heger ev yek nebe wê rîska belavbûna nexweşîyan jî zêde bibe.” (ÎLKHA)