Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên artêşa îşxalker a li ser gelek herêmên Lubnanê de 19 sivîl hatine kuştin û 108 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di êrîşên ku ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Lubnanê hat kirin de 2 hezar û 653 kes hatin qetlkirin û hejmara birîndaran jî derket 12 hezar û 360an.
Ji ber bomberdûmana îşxalkeran pêla koçberiyê ji herêmên başûr ber bi paytext Beyrûtê û bakur ve didome, hat ragihandin ku ji 486 hezarî zêdetir koçberên Sûriyeyê koçber bûne. (ÎLKHA)