NNAya ajansa fermî ya Libnanê, daxuyand ku êrîşa asîmanî ya rejîma îşxalkeran gihaşt 8an, ji van êrîşan jî 4ê wan Taxa Hureykê hedef girtin.

Di êrîşên dinê de jî Taxên Burc el Baracîne, Leylakî û El Kefaatê hatin hedefgirtin, hat îfadekirin ku êrîşek gelek dijwar bûye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Libnanê, ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşan de herî kêm 2 hezar û 634 kesan canê xwe ji dest dan, 12 hezar û 252 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)