Artêşa îşxalker li dijî lubnanê bê navber êrîşên xwe dewam dike.

Artêşa îşxalker her roj ji sûcên xwe yên herbê re yekî nû lê zêde dike, bi taybetî wehşeta ku li Xezze û Libnanê pêk tê ji bona ku raya giştî ya dinyayê pênehese rojnamevanan hebo hebo hedef digre.

Artêşa îşxalker zilma ku li Xezzeyê dide jiyandin li Libanê jî heman zilma xwe pêk tîne û 3 rojnamevanên dinê jî qetilkir.

Li gor xebera ajansa NNA ya Libnanê teyarên herbê yên rejîma sîyonîst li bajaroka Hasbîya ya başûrê Beyrûdê cihên rojnamevan lê diman êrîşa hewayî pêk anî.

Di encama êrîşê de 3 rojnamevan şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat eşkerekirin kesên ku şehîd bûne xebatkarên televîzyona El Menar û El Medayînê ne.

Cînayet piştî ofîsa mayadînê hat hedefgirtin û şûnde pêk hat balan kişand.

Bi vî awayî sîyonîstên îşxalker ji Cotmeha sala 2023an vir ve di êrîşên li dijî Lubnanê pêk anîye de hejmara rojnamevanên ku şehîd bûne derketîye 8 kesan.

Televîzyona El Medayînê bertek nîşanê êrîşê da.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat gotin, êrîşa li Ofîsa Medyaya ku tê zanîn dike em îşxalkeran jê berpirsyar digrin.

Rejîma sîyonîst li Xezze û Libnanê ji bo rojnamevan rastî, xeber, malûmatan ji raya gişti ya navneteweyî û herêmî re negêhêjîne tim û tim hedef digre. (ÎLKHA)