Li navçeya Kahramankazana Enqereyê li ber Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk (TUSAŞ) êrîş hat kirin.

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di êrîşê de hejmarê mirîyan derket 5 kesan, hejmarê birîndaran jî tevahî 22 kes in.

Wezîr Yerlîkaya, mirovên ku di êrîşa li djiî TUSAŞê de birîndar bûne li nexweşxaneyê zîyaret kir.

Di zîyaretê de Wezîr Yerlîkaya ji endamên çapemenîyê re axivî û weha got, “Mixabin hejmarê şehîdên me bûn 5 kes, temamê birîndarên me jî 22 kes in. Îxtîmalekî mezin e ku êrîş ji teref PKKê ve hatîye kirin, nirxandina me bi vê şeklê ye. Em ê nasnameyên wan û hûrgilîyên dinê dema ku zelal bibin wê bi we re jî parve bikin.” (ÎLKHA)