Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa rejîma îşxalker li herêmên cuda yên welat êrîşên asîmanî pêk tîne.

Di encama êrîşên ku berdewam dikin de doh êvarê 28 kes şehîd bûn û 139 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve li Libnanê hejmarê şehîdan derketîye 2 hezar û 574 kesan, hejmarê birîndaran jî derketîye 12 hezar û 1an.

Koça ku ji Beyrûd û alîyê bakurê welat re tê kirin hêj berdewam dike, hikumeta Libnanê jî daxuyand ku ji 486 hezaran zêdetir mirov koçê Sûrîyeyê kirine. (ÎLKHA)