Wezîr Yerlîkaya, derheqê êrîşa ku li navçeya Kahramankazana Enqereyê li ber Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk (TUSAŞ) hat kirin de li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyeke duyemîn parve kir.

Yerlîkaya, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di êrîşa li dijî Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk ya li navçeya Kahramankazana Enqereyê hat kirin de 2 terorîst hatin bêtesîrkirin. Di êrîşê de mixabin 3 şehîd, 14 birîndarên me hene. Ez ji şehîdên me re ji Xwedê daxwazîya rehmê; ji bo birîndarên me jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim. Vê êrîşa necis lenet dikim.

Heta ku terorîsta dawîn bê bêtesîrkirin ew ê micadeleya me bi ezim û qerarî berdewam bike. Ji kerema xwe gohên xwe bidin daxuyanî û çavkanîyên fermî.” (ÎLKHA)