Wezîr Tunç, li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Ez êrîşa terorî ya ku li Enqereyê navçeya Kahramankazanê ji Tesîsa Senanîya Feza û Hewayî ya Tirk re hatîye kirin bi tundî şermezar dikim û lenet dikim.

Derheqê êrîşa terorî ya xaînî de ji teref Serdozgerîya Komarî ya Enqereyê ve tehqîqata edlî hatîye destpêkirin, 1 wekîlêserdozger û 8 dozgerê Komarîyê hatine wezîfedarkirin.

Ez ji şehîdên me re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn dikim.” (ÎLKHA)