Wezîr Yerlîkaya, derheqê êrîşa ku li navçeya Kahramankazana Enereyê li ber Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk (TUSAŞ) hat kirin de li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir.

Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de weha got:

“Li dijî tesîsên Tesîsa Hevkarîya Anonîm a Senayîya Balafir ên Tirk ya li navçeya Kahramankazana Enqereyê êrîş hat kirin.

Piştî êrîşê mixabin şehîd û birîndarên me hene.

Ez ji şehîdên me re ji Xwedê daxwazîya rehmê; ji bo birîndarên me jî daxwazîya şifa acîl dikim.

Derheqê hûrgilîyan de ew ê raya giştî bêne agahdarkirin. Ji kerema xwe re daxuyanîyên ku wê ji çavkanîyên fermî bêne daxuyandin gohdar bikin.” (ÎLKHA)