Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşê Serfermandar Îsmaîl Qaanî îro danê sibê bi nûnerê HAMASê yê Îranê Xalid Kudûmî re hevdîtin kir.

Tumgeneral Îsmaîl Qaanî ji ber şehadeta Yehya Sînwar li Ofîsa HAMASê ya Tehranê sersaxî da Kudumî.

Yahya Sînwar ku piştî şehadeta Îsmaîl Henîyye di Tebaxa borî de ji bo Serokatiya Buroya Siyasî ya HAMASê hat hilbijartin, di êrîşa artêşa îşxalker a li Refahê de bi berxwedaneke qehremanî şehîd bû. (ÎLKHA)