Li gorî El Meyadîn TVyê micahîdên Hîzbullahê, di nav 24 seatên dawîn de li gundên El Teybî û Udiseya Libnanê û Celîleya Jorîn di dema pevçûnan de 4 tankên îşxalê bi fuzeyan hedef girtin û wan îmhe kirin. Li nêzê Rab el-Talatînê jî tankekî dinê hatîye îmhekirin.

Artêşa îşxalê, diyar kir ku di 23yê Îlonê de li dijî Hîzbullahê bi navê “Tîrên Bakur” rejîma îşxalker êrîş da destpêkirin û di van êrîşan de ji hewayê êrîşên dijwar pêk anît. Terorîstan daxuyandin ku ew ji 1ê Cotmehê vir ve jî ji alîyê bejahê êrîş dane destpêkirin. (ÎLKHA)