Hîzbullah, xwedî li operasyona ku bi ÎHAyê li dijî mala Netenyahu ya ku li Kayseryayê ye hat hedefgirtin derket.

Ebû Ubeyde li ser qenala Telegramê bi niviskî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de operasyona Hîzbullah pîroz kir.

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde weha got:

“Em operasyona Hîzbullahê ku mala Netenyahuyê sûcdarê herbê hedef girtîye pîroz dikin.

Ev operasyon, peyamekî ye ku serokên sûcê, ji edaleta korr a navneteweyî çiqas jî birevin ew ê ji cezayên însanên azad ên ummetê û berxwedanê nikaribin birevin.

Şehadeta serokên berxwedanê, wê berxwedanê ziîf neke; bileqs, ew ê biryarî û bilindbûna wê zêde bike.” (ÎLKHA)