Berdevkê Ensarullahê Tûxgeneral Yahya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku ew li rojavayê Tel Avîva îşxalkirî ji baregehekî leşkerî re bi fuzeyên hîpersonîk a “Filistîn 2”yan operasyonekî serfirazî tertîp kirine.

Serî, destnîşan kir fuzeyên ku avêtine sîstemên pêşîgirtin a sîyonîst û Emrîkayê derbas kirîye û gihaştîye hedefa xwe.

Serî ragihand ku ew vê operasyonê hem ji bo piştgirîya ji Tofana Eqsayê re hem jî di çarçoveya merhaleya pêncemîn a micadeleya “Fetha ku hatîye weedkirin û Cîhada Pîroz” de tertîp kirine, hat îfadekirin heta ku êrîş bêne sekinandin, dorpêça li ser Xezzeyê bê rakirin û êrîşên li dijî Libnanê bêne sekinandin ew ê Ensarullah operasyonên xwe bidomîne. (ÎLKHA)