El Sûdanî di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X de diyar kir ku operasyona ku ji aliyê Hêzên Dijî Terorê û Ewlekariya Neteweyî ve hatiye organîzekirin, penagehên çeteyên DAÎŞê yên li çiyayê Hemrînê kirine hedef.

Sûdanî got: “Li Iraqê cihê terorîstan nemaye û heta ku axa Iraqê ji terorîstan û xirabiya wan were paqijkirin emê wan bişopînin û ji holê rakin.”

Di heman demê de, di daxuyaniya yekîneya ragihandinê ya asayîşê de, ku rêxistina ragihandinê ya ser bi Fermandeyê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ve ye, hat ragihandin ku li gorî raportên istixbaratî û çavdêriya bi mehan, hêzên ewlehiyê roja sêşemê danê sibê êrişî baregehên DAÎŞê li zincîre çiyayên Hemrînê kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 9 endamên rêxistinê ku di nav wan de serkirdeyê DAÎŞê yê Iraqê Casim El-Mezruveyî jî heye hatin kuştin û piştî testa DNAyê navê wan û agahiyên berfireh wê piştre bên eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku leşkeran dest danîn ser gelek çek, cebilxane, amûr û sitargeh jî hatin îmhakirin.

Rewşa ewlehiyê li Iraqê piştî têkçûna DAÎŞê di sala 2017an de baştir bûye. Lêbelê, bermahiyên rêxistinê derbasî navendên bajaran, çol û deverên dijwar dibin û gelek caran êrîşan li dijî hêzên ewlekarî û sivîlan pêk tînin.“ (ÎLKHA)