Ji teref HUDA PARê ve ji ber dawîbûna hilbijartinê peyamek hat belavkirin û di peyamê de ji bo partîyên ku ketine parlamentoyê di xebatên wan ê edalet û biratîyê de serfirazî hat daxwazkirin.

Di peyama HUDA PARê de weha hat gotin:

“Encamên hilbijartinê serxêrê be

Herêma Kurdistanê, hilbijartina xwe ya şeşemîn bi encameke pêknehatina pirsgirêkekî û serfirazî dawî kir. Bi vê wesîleyê em gelê Kurdistanê ku beşdarî hilbijartinê bûne û îradeyên xwe nîşan dane pîroz dikin.

Ji ber ku rêjeya beşdarîya di vê hilbijartinê de li gorî hilbijartinên berê zêdetir e, nîşana wê yekê ye ku pêvajo baş dimeşe û bawerîya gel bi sazîya sîyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye.

Damezrandina hikumeteke bi qewet, ji sazkirina civakeke di bingeha edalet û biratîyê de girîng e. daxwazî û hêvîya me ev e ku partîyên ku ji bona hêvîyên xelkê bi cîh bînin û ji pirsgirêkan re çareserîyê bibînin ketine parlamentoyê di nav helbesteke çêker de tevbigerin.

Ji bo partîyên dinê yên ku li derveyê parlamentoyê mane jî di xizmetkirina ji gel re ji bo çêkirina aştîya civakî ya di nav sazîya sîyasetê de wezîfeyên muhîm hene. Em ji wan re jî di nav pêvajoya pêş de serkeftinê dixwazin.” (ÎLKHA)