Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst ev nêzî 20 roj in êrişên dijwar ên bejayî û hewayî ser herêma Cîbalîye, Beyt Lahîya û Beyt Hanûnê dike.

Îşxalker dema ku li herêmê Filistîniyan şehîd dikin, li alîyekî jî wan êsîr digirin û dixwazin gel ji herêmê koç bikin.

Sîyonîstên ku herêmê dorpêç kirine, her tiştê ku tevdigerê dikin hedef û têketin û derketina herêmê kontrol dikin.

Di dema ku komkujî û qirkirina li bakurê Xezzeyê dewam dikir, Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS bang li komên çapemenîyê û çalakvanên medyaya civakî yên li çar alîyê cîhanê kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya HAMASê de weha hat gotin:

Di demekê de ku hewildanên qirkirin û koçberkirina bi darê zorê ya gelê me li bakurê Xezzeyê berdewam in, girûpên medyayî yên erebî û navneteweyî û çalakvanên medyaya civakî balê dikişînin ser kampanyaya medyaya civakî ji bo dorpêçkirina balyozxaneyên Emerîkayê û sîyonîstên li seranserê cîhanê ji bo şermezarkirina qirkirin û êrîşan. Komkujiyên sîyonîstan li ser gelê me  pêş bixin.

Ji kerema xwe re tweet bikin û bi hashtag #Jabalia_Genocide û hashtagên din ên ku qirkirina siyonîstan radixe ber çavan, parve bikin.

Dengê we dikare bibe alîkar ku balê bikişîne ser van hovîtiyên.” (ÎLKHA)