Êrîşên rejîma îşxalker ên li dijî Filistînîyan bênavber berdewam dike.

Îşxalkeran, li herêmên cuda yên bakurê Xezzeyê êrîşên asîmanî li dar xist.

Artêşa rejîma qatil li herêma Meşrû Beyt Lahîyayê ji Filistînîyan re topan avêtin, di encamê de 12 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku li Cîbalîyeyê hat lidarxistin de 8 kes hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî mirovên ku bûyerê dîtine artêşa îşxalkeran, ji hewayê ve diyarî belav kirîye û xwestiye ku bila herêmê terk bikin û biçin başûrê Xezzeyê. (ÎLKHA)