Rejîma îşxalker doh êvarê li Beyrûda Libnanê ji Nexweşxaneya Dewlet a Refîk Harîrî re êrîş li dar xistibû.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de 4 kes şehîd ketibûn 24 kes jî birîndar bûbûn.

Dûre ji teref Wezaretê daxuyanîyekî dinê jî hat belavkirin û hat îfadekirin ku hejmarê şehîdan derket 13 kesan, 57 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)