Rejîma terora sîyonîst piştî bi hedef girtina nexweşxaneya sahîlê tehdît kir û şûnde li derûdora Nexweşxaneya Refîk Harîrî êrîş pêk anî.

Di êrîşê de 4 kes şehîd bûn û 24 kes jî birîndar bûn.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Libnanê ve di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, îşxalkerên ku li dijî sîstema tenduristîyê êrîşan pêk tîne qanûnên navneteweyî îxlal dike û sûcê herbê pêk tîne.

Di daxuyanîyê de êrîş hat şermezar kirin û hat îfadekirin ku di 24 saetên dawîn de di êrîşên rejîma sîyonîst de 4 personelên tenduristîyê dema ku wezîfeya xwe dikirin hatine qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyanîyê de bang li polîtîqaya bêdengîya civaka navneteweyî jî hat kirin û hat pirsîn ku, gelo ev bêdengîya wê heta kengî bidome? Heta wijdanê dinyayê hişyar bibe êrîşên rejîma îşxalker li dijî sîstema siheta Libnanê bi sekinandin gelo çend însanên masûm bên kuştin? Gelo avahîyên heyatî çend heb bên xerakirin û zirar bê dayîn.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku li Libnanê nexweşxane û xebatkarên tenduristîyê di bin şertên zor û zahmet de xizmetê didin û dixebitin. (ÎLKHA)