Li ser qenala Telegram a Qessam ve hat daxuyandin ku micahîdên wan, li rojavaya Kampa Cîbalîyeyê hêzekî endezyarîyê xistine nav kemînê.

Li gorî daxuyanîyê, micahîdên Qessam tankekî, wesayîtekî balgir ên leşkeran û du heb buldozerên ji tîpa “D9”ê bi kupikên ku di nav de teqemenîyên qewettir hene xistine nav kemînê.

Micahîdan, di operasyonê de buldozera ewil bi roketên Yasîn 105, ya duyemîn jî bi bombaya “Şawaz”ê hedef girtin. Di vê demê de wesayîtên dinê yên konwoyê jî ketin nav kemîna ku kupên teqemenî tijîkirine û hatine îmhekirin, leşkerên sîyonîst jî mirin û birîndar bûn.

Qessam, di daxuyanîya xwe ya dinê de jî îfade kir ku ew baregeha dijmin a li bakurê Xezzeyê bi topên hewanê hedef girtine. (ÎLKHA)