Berf û sermaya ku li çîyayên bilind ê Baybûrtê tesîrdar e çûndin û hatinê jî dike nav zehmetîyê.

Hat îfadekirin ku ji ber aşît û cemedê rêya Beybûrd û Erziromê li alîyê Derbasbûna Çîyayê Qopê di çûndin û hatinê de zehmetî tê kişandin.

Di rêya ku cemed heye de şofêrên wesayîtan nikarin bi rehetî tevbigerin.

Ji ber cemedê wesayîtên giran mînak wek qamyon û tiran demên zor û zehmet dijîn.

Ekîbên rêyan jî li herêmê xebatên xwe yên xwêkirinê didomînin.

Polêsên trafîkê jî li herêmê dest bi xebatê kirine ku bila bi kontrolî çûndin û hatin çêbibe. (ÎLKHA)