Li gorî xebera Wafayê, di encama bombebarana topxaneyên sîyonîstan ser Mekteba Amadekar a Cebeliyê li meydana dibistanê li taxa El-Fevka ku navenda UNRWAyê ye ji bo awareyên kampa Cebeliyê, 10 kes şehîd bûne û 30 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku di êrîşên îşxalkerîyê yên ku îro ji danê sibê ve li ser Xezzeyê hatin kirin de 57 kes ku 44 ji wan li bakur bûn şehîd bûn.

Di heman demê de, Berevanîya Sivîl a Xezzeyê ragihand ku ji 6ê Cotmeha îsal ve, dema ku îşxalkerîyê dest bi êrîşên xwe li ser kampa Cebeliyê kir, zêdetirî 600 kes şehîd bûne û hêna jî bi dehan şehîd di bin kavilan û li ser rêyan de ne.

Parastina Sivîl bal kişand ku îşxalkeran li Cebaliyeyê polîtîkaya birçîbûn û westandinê dişopînin û bal hat kişandin hinek malbatên ku ekîban gihîştine wan 5 rojan e xwarinê nexwarine.

Ji aliyê din ve UNRWAyê diyar kir ku her deqeya ku derbas dibe bi qîmet e û derengketina destûra ketina bakurê Xezzeyê nehişt ku tîmên rizgarkirinê xwe bigihînin birîndaran.

Hêzên îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên bejahî, deryayî û hewayî yên li ser Xezzeyê didomînin û di encamê de 42 hezar û 603 kes şehîd bûne û 99 hezar û 795 kes jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok û jin in. (ÎLKHA)