Bûyer, li Goristana Buruka ku girêdayê navçeya Sariçama Edeneyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, dê û du qîzên wê yên ku zîyareta goristanê dikirin, ji teref mirov an jî mirovên ku nasnameyên wan nayên zanîn ve dûçarê êrîşa çekdarî hatin.

Di encama êrîşê de her sê pîrek jî canê xwe ji dest dan.

Şikdaran piştî bûyerê revîyan û polês jî ji bona ku wan biqefêlin xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)