Di bûyera jehrîbûna karbonmonoksîtê ya ku li navçeya Çiftlikê qewimî de ji ber gaza ku ji sobeya komirê derket 4 jê zarok 5 kes bi tesîrdar bûn.

Piştî bûyerê kesên ku jehrî bûn ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çiftlikê û piştî tedawiya destpêkê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Nîgde Omer Halisdemir hatin kirin.

Der barê jehrîbûna karbonmonoksîtê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)