Balafirên şer ên rejîma îşxalker li paytext Beyrûdê êrîşên hewayî pêk anîn.

Di êrîşan de saziya Karz-î Hesen a Hîzbullah a li başûrê Beyrûtê, Şaxa Karz-î Hasen a li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Rafîk Herîrî, Şaxa Karz-î Hasen a li parêzgeha Nabatiye û herêma Bekaayê ya li rojhilatê hedef hatin girtin.

Li bajarê Sûrê ji ber hedefgirtina ambulansê hinek xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve li encama êrişên rejîma sîyonîst ser Libnanê 104 zarok û 194 jin bi giştî 2464 kes şehîd bûne û 11530 kes jî birîndar bûne.

Tê texmînkirin ku li Lubnanê ji ber êrîşan 100 hezar kes koçber bûne.

Karz-ı Hesen çi ye?

"Karz-ı hesen" ku bi eslê xwe tê maneya "deynê bedew" û têgîneke Qur'anê ye, ew deyn e ku mirov bêyî ku tu feydeyekê bixwaze dide, bi tenê ji Xwedê bendewarî dike. (ÎLKHA)