Li gor agahiyan, rêberê FETOyê Fetullah Gulenê ku li Emerîkayê dijî mir.

Nûçeya mirina Gulen ji teref weşana Herkul a FETOyê ve hat ragihandin.

Gulenê 83 salî sistîya gurçikan, nexweşiya şekir û herwiha nexweşiya demansê bi wî hebû.

Fethullah Gulenê ku di sala 1941an de li Erziromê Pasinler ji dayik bû, di 15ê Tîrmeha 2016an de hewla derbeyê dabû.

Gulen di 21ê Adara 1999an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çû Emerîkayê û li eyaleta Pensilvanyayê bi cih bû.

Tirkiyê piştî hewlên derbeyê yên 17-25ê Kanûna 2013 û 15ê Tîrmeha 2016an Gulen ji Emerîkayê xwestibû û hatibû îdiakirin ku daxwaza radestkirinê ji aliyê meqamên edlî ve nehatibû qebûlkirin. (ÎLKHA)