Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin li Xezzeyê her ku diçe rewşa mewcûd xirabtir û menfîtir dibe û wiha li rapora ku hatibû amadekirin hat zêdekirin: “Zêdetirî ji sedî 70yê însanên li herêmê îxtîyaca wan bi alîkarîyê heye. Her wisa li Xezzeyê 1.8 milyon însan bi neqafîtîya xurekê re rû bi rû ne. Ji van însanan ên ku herî zêde zirarê dibînin û tesîrdar dibin zarok bi xwe ne. (ÎLKHA)