Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat îfadekirin; çeteyên îşxalker li El Xelîl, Ramallah, Nablus, Cenîn, Erîha û Selfîtê di ser gelek malan de girtin û herî kêm 30 Filistînîyan desteser kirin.

Hejmara wan kesên ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhialt hatin desteserkirin 11 hezar û 300î derbas kir.(ÎLKHA)