Qeza li herêma Dholpurê di wextên êvarî de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan a ku ji parêzgeha Dholpurê ber bi Jaipurê ve diçû ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji kontrolê derket û qeza kir.

Di encama qezayê de 8 jê zarok, 2 jê pîrek tevde 12 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)