Komxebata ku bi temaya “Heyat bi Nimêjê Xweş e”, li Salona Konferansê ya Navenda Kultir û Ciwanîyê ya Recep Tayyîp Erdogan tê kirin.

Di destpêka bernameyê de ji teref Xoce Mîkaîl Ercan ve Qurana Kerîm hat xwendin û dû re ji teref Mehmet Emîn Sutçuyê Berdevkê Platforma Nesla Quranê û Muftî Ramazan Tolan ve axavtin hatin kirin.

Rûniştina ewil a komxebatê di navbeyna 10.00-12.00an de, ya duyemîn jî di navbeyna 14.00.16.00an de bê kirin.

Di rûniştina ewil a ku bi moderatortîya Osman Gulebak de çê bibe wê Doç. Dr. Veysel Kasar, Zekerîya Gezer ve Vahdettîn Înce axaftineke bikin.

Di rûniştina duyem a ku bi moderatortîya Osman Yavux de çê bibe wê Doç. Dr. Ahmet Tekîn, Ahmet Bulut ve Dr. Sertaç Tekdal axaftineke bikin.

Komxebat wê bi encamnameya Platforma Nesla Quranê biqede. (ÎLKHA)