Xortên ku banga bernameya diayê ya ku ji teref Şaxên Ciwanan a Bajara Diyarbekirê ya HUDA PARê ve hat kirin bihîstin û hîn bûn di wextê nimêja şeveqê de berê xwe da navçeya Sûra Diyarbekirê û nimêja xwe ya şeveqê li Mizgefta Mezin eda kirin.

Piştî nimêja ku hat edakirin re xort li hewşa mizgeftê kom bûn û bi hev re ji bo Xezze û Libnanê dia kirin.

Piştî diaya ku hat kirin re ciwanan şorbe ji cemaata camîyê re îkram kirin.(ÎLKHA)