Filistînîyekî ku hêj nasnameya wî nehate tespîtkirin, di encama gulebarana dagirkeran de bi hinceta ku xwestiye li dergehê gundê Ofra ya li bakurê Ramallahê li hêzên dagirker bixe, şehîd bû.

Di dîmenên ku ji kamerayên ewlehîyê hatin kişandin de tê dîtin ku Filistînîyekî bi wesayîta xwe bi lez û bez tê û li nuqteya kontrolê li wesayîta leşkerî dixe. Di encama gulebarana leşkerên îşxalker de ajokar şehîd bû, di nava hêzên îşxalker de ti birîndar nebû.

Ji alîiyeke din ve îro danê sibê ciwanekî Filistînî li kampa Qelandîye ya bakurê rojhilatê bajarê Qudsê bi guleyên artêşa îşxalker birîndar bû.

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku ciwanê li taxa sûkê ya li navenda kampa Kalandiyê rastî guleyên rast hat û piştre rakirin nexweşxaneyê û diyar kirin ku hêzên îşxalker avêtine ser gelek malên kampê.

Şahidên bûyerê ragihandin ku hêzên îşxalker di saetên sibehê de êrîşî kampên Balata û Yenî Askar ên li rojhilatê bajarê Nablusê yên li bakurê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî kirin.

Hate ragihandin ku artêşa îşxalker bi buldozereke leşkerî avêtine ser du kamp û gelek malan.

Derengîya danê êvarê jî hêzên îşxalker êrîşî bajarokê Zanaba yê li rojhilatê Tulkerîmê kirin.

Doh jî çend navçên Kenara Rojava di bin tepeserkirina meşên dijî niştecihbûnê de bûn û herwiha zincîreyek êrişên siyonîstên îşxalker li dijî Filistîniyan û milkên wan di heyama hevdem bi werzê çinîna zeytûnan re hatin dîtin. (ÎLKHA)