Xamaneî, bi minasebeta şehadeta Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Yahya Sînwar peyamek belav kir.

Xamaneî ji peyama xwe re bi vê xîtabê dest pê ki, “Gelên Misilman, ciwanên bixîret ên herêmê” û dûre weha îfade kir:

“Şervanê qehreman, Fermandar Yahya Sînwar jî gihaşt hevalên xwe yên şehîd.

Ew rûyê biriqandî ya micadele û berxwedanê bû; ew li hember zalimtî û êrîşdarîya dijmin bi qerarîyeke wek polan sekinî; bi fikirandî û cesaretî sîle avête dijmin; ew derbeya 7ê Cotmehê ku ew ê neyê jibîrkirin ji dîroka herêmê re wek yadîgar hişt û bi şeref û xîretê gihaşt mîraca şehîdan.

Ji însanên wek wî ku emrê xwe li hember dijmina xwespker û zalim fedayê micadeleyê kirîye re xeyn ji şehadetê dawîbûnekî dinê pê nediket. Tinebûna wî helbet ji cepheya berxwedanê re êşekî ye lê ev cephe bi şehadeta Şêx Ehmed Yasîn, Fethî Şîqaqî, Rantîsî û Îsmaîl Henîyye dev ji pêşveçûnê berneda û ew ê bi şehîdbûna Sînwar jî wê qasî zerreyekî jî li cîhê xwe nesekine. Bi îzna Xwedê. HAMAS dijî û ew ê bijî jî.

Bi alîkarîya Xwedê; wek her demê em ê li cem şervanên samîmî bin.

Ez ji ber şehadeta birayê me Yahya Sînwar ji malbat, hevalên wî yên herbê û şervanên ku di rêya Xwedê de şer dikin re şîna xwe teqdîm dikim.

Ji ebdên salih ên Xwedê re silav be.” (ÎLKHA)