Hat îfadekirin ku li bajara Huainana ku girêdayê wîlayeta Anhuiyê ye di seatên serê sibehê de di nav malekî de şewat derket.

Di encama şewatê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, du kesên ku dihat gotin winda ne jî bi mirîkî li cîhê bûyerê hatin dîtin.

Şewata ku derket, di seatên serê sibehê de li nêzê santrala Tîanjîya ceryanê de pêk hat. Du qatên jorîn ji ber ku ji polan hatibûn çêkirin bi temamî tune bûn.

Sedema derketina şewatê tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)