Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Zîyad Nehale, piştî daxuyanîya şehadeta Şehîd Yahya Sînwar daxuyanîyek parve kir.

Nehale bal kişand ku şehîd Yahya Sînwar di dîroka micadeleya Filistînê de cîyê wî cîhekî gelek muhîm e, “Serokê şehîd Yahya Sînwar, di dîroka micadeleya Filistînê de cîhê wî cîhekî gelek muhîm e. Navê wî, bi herba herî mezin ya ku gelê me micadeleyekî dirêj dide ve, yanê bi ‘Tofana Eqsayê’ re girêdayî ye. Ev herb, bi qehremanî û fedekarî ve tijîye.”

Nehale, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku Sînwar gavekî û demekî be jî ji micadeleyê paşve nema, “Em îro, serokekî ku ji bo gelê me serokekî cuda û bijarte ye yad dikin. Ew, jîyana xwe bi cîhadê derbas kir, di sefên pêş de cîhên xwe girt, re ji xwe re herba ku di rêya Xwedê de ye. Qet tereddut nekir, ziîftîyê nîşan neda û çekê xwe berneda. Şehadeta wî, di micadeleya xelkê me de cîhekî gelek muhîm e.” (ÎLKHA)