Berdevkê Leşkerî yê Tevgera Ensarullahê Yahya Serî, li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîyê de îfade kir ku ew li dijî keştîya bi navê “Megalopolês”ê bi ÎHAyan operasyon li dar xistin e.

Serî destnîşan kir ku ew li Behra Ereb keştîyê hedef girtine û keştî îsabet girtîye, di berdewama daxuyanîyê de Serî îfade kir ku heta êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê neyên sekinandin ew ê hedefgirtine keştîyên ku eleqeyên wan bi rejîma sîyonîst re hene bidomînin.

Hêzên Çekdar ên Yemenê, ji bo destekdayîna berxwedana Xezzeyê keştîyên ku diçin benderên îşxalkirî dorpêça behrê bikartîne.

Ji 3ê Cotmeha 2024an heta niha 190 keştî hatine hedefgirtin. (ÎLKHA)