Cemîyeta Mistezefan, li ser daxuyanîya şehadeta şehîd Yahya Sînwar daxuyanîyek belav kir.

Di peyamê de şehadeta Şehîd Fermadar Yahya Sînwar hat pîrozkirin, ji bo gelê Filistîna mezlum û mexdûr sersaxî hat pêşkêşkirin.

Cemîyeta Mistezefan, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Em şehadeta Şehîd Fermandar Yahya Sînwar pîroz dikin. Rebbê Mezin bila ji wî re meqamên mezin bexş bike. Em ji gelê Filistîna Mezlum û Mistezef, berxwedan û ummeta Îslamê re sersaxîyê pêşkêşî dikin. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila rihê qehremanê şehîd di meqamê mezin û bilindtir de qebûl bike.” (ÎLKHA)