Temamê metna daxuyaniya sersaxiyê ya ku ji teref Rêberê Cemaeta Hîzbullah Muhterem Edîp Gumuş ve ji bo Şehîd Yahya Sîwar hatiye weşandin wisa ye:

Bismillahirrahmanirrahim

(Ey Pêxember!) Tu zen nekî ku haya Xwedê ji kar û kirinên zaliman tune ye! Lê belê Xweda cezayê wan taloqî rojeke wisa dike ku ew ê di wê rojê de çavên wan derkeve. (Îbrahîm: 42)

Me ji Xezzeya welatê  qehreman û egîdan xeberên dilşewat girt. Birayê me yê mucahîd û qehreman Yehya Sinwar gihaşt meqama şehadeta ku ew pir zêde daxwaza wê dikir. Em şehadeta wî pîroz dikin û ji Xwedê sebra ji hevaldozên wî re û ji hemû misilmanan re dixwazin.

Bila ew kesên li ser serê wê rêxistina terorê ya siyonist in û ew kesên ku ji wan re xulamtîyê dikin vê yekê baş bizanibin ku Yehyayek  diçe lê belê hezar kes dê bên şûna wî. Qetîyen û ebeden ew ê dawîya vê micadeleyê neyê. Ew kesên ku dê bên şûna wan ew ê zîrektir,qehremantir, zanatir, tecrubetir, qabilîyettir bin û ew ê di warê întîqamê de jî hêj şedîdtir bin. Di nav Filistînîyan de lîder kêm nabin.  Tu kes nikare bi şehadetê, dawî li lîderên wan bîne. Tiştê ku dê zirarê bide me û me ji hev bixe bêhêvîbûn e. Qetîyen hêvîya xwe winda nekin. Diyarek dibe ku bi kufrê bê îdarekirin lê belê bi zilmê qetîyen nikare bê îdarekirin. Ew kesên ku vê zilmê li mezlûman dikin  ew ê di demeke nêz de koka wan biqele û ew ê di çopgeha tarîxê de cihê xwe bigirin.

Ew ê hin kes hebin ku ew kes dê winda bikin, bi lenet bên yadkirin û ew ê ji zilmê re razî bin û bibin şirîkê zilmê.

Her çi qas ne bes be jî lazim e em ji bo xuşk û birayên xwe bêyî ku bibetilin û aciz bibin pêwîst e; daxuyanîyên çapemenîyê bidin, mîtîngan tertîp bikin, protestoyan li dar bixin, boykota îqtîsadî bidomînin, vê meseleyê li ser medyaya civakî bigirin. Ji van a herî muhîm jî lazim e em di warê maddî de çi ji destê me te ji bo xuşk û birayên xwe yên Xezzeyî bibin alîkar.

Xweda meqamê şehîdê me alî bike û sebrê bide hevaldozên wî.

Birayê we Edîp Gumuş.(ÎLKHA)