Ji 7ê Cotmeha sala 2023yan destpêka Operayona Tofana Eqsayê vir ve Weqfa Evîndarên Pêxember meydanan vala nehişt, vê hefteyê jî Weqf li ber Camîya Mezin ku Camîya Haremê ya 5emîn e daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist.

Di daxuyanîyê de Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk axavtina silavdayînê kir û dûre daxuyanîya çapemenîyê ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê Mesulê ji Karên Perwerdehî ya HUDA PARê Yahya Ograş ve hat xwendin.

Ograş ji daxuyanîyê re bi ayeta 23yemîn a Sûreya Ehzabê dest pê kir, “Bîsmîlahîrrahmanîrrahîm ‘ Ji bawermendan hin zilamên wisa hene ku wan ew peymana dane Xwedê bi cih aniye. Vêca hin ji wan canê xwe feda kirin û hin ji wan jî çavnêriyê dikin û peymana xwe neguhartine (li ser soza xwe man e)…’ Sûreyê Ehzab Ayeta 23yemîn” û weha îfade kir, “Ji yên ku lîbasa îzzetê li xwe kirine re silav be. Ji yên ku li hember zaliman disekinin re silav be. Ji yên ku li cem mezluman in re silav be. Ji yên ku ji qirkirina li Xezzeyê re temaşevan nemane û micadeleyê kirine re silav be.”

Ograş di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku ji ber xemsarîya ummetê, rejîma îşxalker a sîyonîst ji salekî zêdetir e li Xezze, Şerîaya Rojava, Libnan û Yemenê qirkirinan dike… Dinya korr, dinya kerr, dinya bêdeng e… Bêdengîya dinyayê bû sedema qetilkirina 45 hezarî zêdetir însanan.

“Bila ji wan kesên ku qewet di destê wan de heye û ji vê qirkirinê re temaşe dimînin re heyf û yazix be”

Ograş axavtina xwe weha berdewam kir, “Rejîma sîyonîst a ku tu pîvan û qaîdeyan nas nake, nexweşxaneyan, dibistanan, camîyan, firinan, avahîyên raya giştî û cîhên sîvîlan bombebaran dike û bi vê şeklê sûcên xwe didomîne.

Em li cîhên ku êdî gotin qedîya ne. Ji bo qalkirina zilmê êdî gotin nemaye. Xezze û Libnan bûn Uhuda vê dewrê. Li Xezzeyê beden di bin bombeyan de dişewitin. Li Xezzeyê konên însanên ku di hewşa Nexweşxanaya Şehîdên Eqsayê de bûn hatin bombekirin. Di encama bombekirina konan de piranîya wan zarok û pîrek bi dehan Xezzeyî şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Bila ummeta ku şewitandina însanan temaşe dikin şerm bikin, bila însanîyet şerm bike. Bila ji wan kesên ku qewet di destê wan de heye û ji vê qirkirinê re temaşe dimînin re heyf û yazix be.

“Van qetlîaman ne herbekî ye, ev qirkirinekî ye”

Ograş bal kişand ku sîstema navneteweyî bi exlaqî, fikrî û fiîlî hilweşîyaye… Sazîyên navneteweyî hilweşîyan û dûre weha got, “Ya herî xerab jî, însanîyet bi hemû nirxên xwe li hember emperyalîstên ku bê şert û merc vê rejima qatil piştgirî dikin zîlletê tercîh dike.

Van qetlîaman ne herbekî ye, ew qirkirinekî ye. Rejîma sîyonîst vê qirkirinê bi tena serê xwe nake. Bileqs bi fiîlî di serî de Emrîka dû re jî Îngilistan, Fransa, Elmanya û dewletên rojavayî yên dinê hevparê vê sûcê ne. Xeyn ji wana dewletên aciz ên ku bi sîyonîstan re bazirganîyê qut nekirine jî dûrê vê sûca qirkirinê nînin.

Ev qirkirina kerîyên qatil hemû hiqûqa navneteweyî, mafên însanan û rûmeta însanîyetê bi zelalî îxlal dike.”

“Ger ku li hember van polîtîkayên sîyonîstan tedbîr neyên girtin hemû welatên herêmê di bin talûkeyê de ne”

Ograş destnîşan kir ku rejîma sîyonîst a îşxalker ku ji tirsonektî û îxtîlafên welatên Îslamê îstîfade dike, polîtîkayên qirkirin û îşxalê barê derveyê Xezzeyê dike. Êrîşên ku ji Libnanê re têne kirin jî ew ê tenê li Libnanê nemîne.

Ograş weha berdewam kir, “Ger ku li hember van polîtîkayên sîyonîstan tedbîr neyên girtin hemû welatên herêmê di bin talûkeyê de ne. Îro Xezze û Libnan, sibe Mekke, Qahîre, Bexda, Tehran, Dîyarbekir û Enqere bi heman talûkeyê re rûbirû bimînin.

Em ji li vê derê carekî dinê dîsa dikin qîrînî û bang kirin. Êdî serokên dewletan heta kengî qetilkirina pîrek, zarok û bebikan temaşe bikin?

Em carekî dinê bang dikin ku bila di serî de Tirkîye û welatên dinê yên Îslamê bi lezgînî tevbigerin ji bo sekinandina qetlîamên li Xezzeyê mesûlîyeta sîyasî û însanî bigrin:

- Divê hemû baregehên Emrîkayê yên li Tirkîyeyê ku bi temamî ji sûc û qirkirinê li Xezzeyê têne kirin mesul in bêne girtin.

- Divê Yemen, Îran û Libnana ku ji rejîma îşxalker a sîyonîst re bersivê didin bêne piştgirîkirin.

- Divê firotina hilberînên ku ji rejîma sîyonîst re destekê didin bêne qedexekirin.

- Divê hemû  bazirganî û di serî de sewqîyata petrolê ya li ser welatên sêyemîn ji sîyonîstan re têne kirin bên qutkirin.

- Divê qanûna ku ji Meclîsê re hatibû dayîn ku bila mirovên Tirkîyeyê yên ku du welatîtîyên wan hene û sûca Xezzeyê bikartînin ji welatîtîyê bêne derxistin bi lez û bez bê qanûnkirin.

Em, wek Misilmanên Dîyarbekirî hetanî ku rejîma îşxalker a sîyonîst ji behrê re bê avêtin û ji xerîtayê bê jêbirin di nav ezm û qerarîyê de parastina doza Qudsê bidomînin.”

Ograş herî dawîn jî weha got, “Ji xelkê qehreman ên Xezze, Libnan û Yemenê re silav be. Ji serokên wan ên ku lîbasa îzzetê li xwe kirine re silav be. Ji Şehîd Yahya Sînwar re silav be. Ji hemû şehîd, xazî û mihaciran re silav be. Ji micahidên ku li hember sîyonîstên îşxalker berxwe didin re silav be.”

“Em micadeleya Serokê HAMASê Yahya Sînwar ku di sefên pêş de li hember sîyonîstan wek qehremanî herbê kirîye silav dikin”

Ograş daxuyanîyê weha dawî kir, “Em micadeleya Fermandarê Cesûr Serokê HAMASê Yahya Sînwar ku dema wehşeta sîyonîstan berdewam dikir hatibû dinyayê, ji zaroktîya xwe heta îro li hember îşxalê berxwedanê nîşan daye û micadeleyê kirye, 22 salê xwe di zindanên sîyonîstan de derbas kirîye, zilma sîyonîstan heta hestîyên xwe hîs kirîye, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di nav xelkê xwe de jîyana xwe derbas kirîye, êş û janên xelkê xwe kişandîye, di sefên pêşîn de li hember rejîma sîyonîst a îşxalker herbê kirîye silav dikin.

Micadeleya Yahya Sînwar, tenê micadeleya Xezzeyê nîne, ew micadeleya îzzet û rûmeta hemû alema Îslamê ye.

Di çapemenîyê de wêne û vîdeoyên ku dibêjin ew fermandarê mezin şehîd ketîye têne parvekirin. Encax, em di vî meseleyê de ji HAMASê li bêvîya daxuyanîyeke fermî ne. Her çiqas jî şehîdbûna wî an jî neşehîdbûna wî nehatibe eşkerekirin, micadeleya Yahya Sînwar, ew ê ji doz û berxwedana Filistînê re tu dem dawîyekî wê neyne. Em di şexsê wî de hemû mêrên berxwedanê silav dikin.

Ev doz heta qîyametê ebedî ye. Gelek egîdên ku barê vê dozê girtine ser milên xwe, an heta ku zefer were ew ê micadeleyê bikin an jî ew ê roja ku şehîd bibin bisekinin. Em şehîdên egîd ên ku di vê micadeleya zor û zehmet de şehîd ketine bi rehmet yad dikin, her ferd û mêrê berxwedanê yê ku di rêya wan de dimeşin silav dikin. Em ji Rebbê xwe dixwazin ku bila di vê dozê de qehremanên ku ew ê bibin direwşgir derbixe. Berxwedan ewê neqede, micadele w ê nesekine û edalet jî zû an jî dereng wê tecellî bike.

We axiru de'wana ani'l hemdû lîllahî Rabbî'l alemîn.”

Bername bi axavtina dengê Yahya Sînwar ku berê qeyd kiribû dawî bû. (ÎLKHA)