Faruk Dînç derheqê pirsa ku li ser pêvajoya çareserîya nû hat pirsîn de weha bersiv da, “Tirk xwedîyê kîjan mafî bin divê Kurd jî çi kim çi jî zêde xwedîyê wan mafan bin. Bi taybetî di warê azadî û mafên bingeh ên Kurdan de qethîyen meseleya bazarîyê neyê kirin. Di vî warî de jî helbet ew ê axavtin bêne kirin. Divê ku li herêmê partîyên sîyasî û rîspî hebin. Di vî warî de yên tesîrdar hebin divê fikrên wan jî bêne girtin. Encax divê bi tu şeklî azadî û mafên bingeh ên Kurdan ji şertan re neyên girêdayîn.” (ÎLKHA)