Bûyer, li Qada Beşyola navçeya Rêya Armûşê pêk hat.

Li gorî îddîayan du komên ku bi sedan kesan pêk têne ji ber nerazîbûna erdan hatin hemberî hev û nîqaş derket, dûre jî ew nîqaşa wan ji şerê bi dar û keviran re vegerîya.

Di şerê ku di nav demeke kurt de mezin bû de qad bû wek meydana herbê. Ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên ku nedihatin sekinandin bi xaza îsot û guleyên plastîkî hatin sekinandin.

Îddîaya nerazîbûna erdan

Li gorî agahîyên ku ji dikandar û welatîyên derdorê ve hatine bidestxistin, xwedîyê erd erdê xwe derxistîye firotanê û ferdên malbatê jî ji rewşê re bertek nîşan dane û ji ber vê yekê gengeşî derketîye.

Welatîyên ku di şer de birîndar bûne jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)